ENDAMÊ HÊZÊN EWLEHIYA HUNDIRÎNLI REQAYÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên herêma El-Keramê ya Reqayê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mihemed El-Berkes bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar oxir kirin.

Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mihemed El-Berkes dema li ser erka xwe şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarokê El-Keramê yê Reqayê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê Cedîdat ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Meclisa Sivîl a Reqayê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û rola Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo parastina ewlehiya herêmê silav kirin.

Cenazeyê şehîd Mihemed di nava slogan û tilîliyên dayîkan de hat oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button