Blinken û Lavrov li Swêdê civiyan

Di demeke ku li sînorê Ûkrayan tevgerek zêde ya Rûsya heyî de, Wezîrên Karên Derve yên NATO ji bo rewşê civiyan. Di civîna wezîran de peyama piştevaniya bo Ûkrayna hate dayîn. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov got, Pêwiste berfirehbûna NATO ya ber bi Rojhilat ve were rawestandin.

Lavrov di axaftina xwe ya li Civîna 28. a Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) ku li Swêdê hat lidarxistin de got;

Di hevdîtinên xwe yên bi DYA û hevalbendên wê re, ew ê daxwaza pêşîgirtina berfirehbûna NATO ya li Rojhilat bikin.

Di vê navberê de, Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken û hempîşeyê wî yê Rûsî Sergey Lavrov, beriya civîna dualî ji rojnamevanan re axivîn.

Blinken diyar kir ku şandina leşkerên Rûs ya li ber sînorê Ûkrayna gihiştiye sînorekî metirsîdar û got:

Amerîka û gelek welatên Ewropa ji plana Rûsyaya ya careke din êrişî Ûkraynayê bike bifikare.

Blinken yê rêya dîplomasî weke çareseriya sereke destnîşan kirî, careke din Rûsya hişyar kir.

Li aliyê din Lavrov îşaret bi wê yekê kir ku rêveberiya Kremlînê ji bo çareserkirina krîza li ser sînorê Ûkraynayê amade ye.

Di bernameya mijarên nîqaşa navbera wezîran de zindîkirina peymana nukleerî ya bi Îranê re jî heye.

Back to top button