Ebru Gunay: Tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya Tirkiyê dike

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Ebru Gunay got, “Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser temamî Tirkiyê dike”

Li aliyê din berdevka Partiya Demokratîk a Gelan- HDP’ê Ebrû Gunay, derbarê mijarên di rojevê de li navenda giştî ya HDP’ê civîneke çapameniyê li dar xist.

Ebru di nirxandinên xwe de îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û bandorên wê yên li ser rewşa Tirkiyê kir.

Ebrû, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li tevahiya Tirkiyeyê dike û wiha got:

“Me di 6 salên dawî de dît ku wexta ku tecrîd li ser Ocalan tê meşandin, Tirkiye di warê siyasî, civakî, aborî de têk diçe.

Ev rastiyeke zelal e ku divê bê zanîn.”

Ebrû Gunay, dawî de destnîşan kir ku demokrasî û siberoja Tirkiyê bi Îmraliyê ve girêdayî ye û bang li hêzên navneteweyeyî û rêxistina CPT’yê kir ku li dijî tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Back to top button