Li Til Rifatê û Helebê salvegera 2. a komkujiya Til Rifetê hat bibîranîn

Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Til Rifatê, şêniyên Herêma Efrînê li Şehba û xwendakarên taxa Şêxmeqsûd li Helebê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyan de ji civaka navnetewî hat xwestin ku êrîş û sûcên dewleta Tirk li dijî gelên herêmê rawestînin.

Beriya du salan îro, dewleta Tirk navçeya Til Rifatê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne topbaran kir û komkujiyek pêk anî.

Di komkujiyê de 8 jê zarok, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Şêniyên Herêma Efrînê û zarokên kurd li Helebê şehîdên komkujîyê bi bîr anîn.

Li Navçeya Til Rifatê ya li Şehbayê, bi dehan şêniyên navçeyê, endamên meclisa û saziyên wê li cihê kokmkujiyê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiyê hatin bi bîranîn û erîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bi taybet komkujiya Til Rifat hatin şermezarkirin.

Her wiha bal hate kişandin li ser sûcên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî ku û hate gotin, armanca dewleta Tirk ji vê yekê qirkirin a gelê Kurd û têkbirina projeya Neteweya demokratîk e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku zextê li desthilata AKP’ê bike da ku êrîşên li ser herêmê rawestînin û rê li pêşiya sûcên wê yên dijî pêkhateyên herêmê bigire.

Li Şehbayê komkujiya Til Rifatê bi meşekê hate şermezarkirin

Her wiha bi sedan şêniyên navçeya Til Rifatê û malbtên qurbaniyên komkujiyê daketin kolanan û ji bo bîranîna şehîdan meşek li dar xist.

Şênîyan wêneyên qurbaniyên komkujiyê hilgirtin û berê xwe dan goristana şehîdên komkujiyê ya li navçeya Fafînê.

Li wir daxuyaniyek bi navê organîzatorê projeya ‘”Zarok hêvî û berpirsyarî ye” ku ev meş organize kirine hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ji saziyên mafên mirovan hate xwestin ku mafên zarokan biparêzin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bi heman armancê, xwendekarên qonaxa seretayî daxuyaniyek da û qurbaniyên komkujiya Til Rifatê bi bîr anîn.

Bi dehan xwendekar li dibistana Intwan Eswed kom bûn û wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê hilgirtin.

Di daxuyaniya xwendekaran de komkujiya Til Rifetê û hemû komkujiyên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin.

Her wiha bêdengiya saziyên mirovî û navnetewî jî hatin şermezarkirin.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de bang li saziyên mafên mirovan kir ku komkujiyên dijî zarok û sivîlan rawestînin.

Back to top button