Hêzên hikûmetê herêmên Idlibê bombebaran kir di encamê de 7 kes birîndar bûn

Di encama bombebarana Hêzên Hikûmetê a li ser herêmên Idlibê de 7 kes birîndar bûn. Li başûrê Dêrazorê jî di êrişeke çekdarî a li dijî karkerên petrolê ku hate kirin de û 10 kes hatin kuştin

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hêzên hikumeta Şamê derdorê bajarê Biniş ê rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Hat diyar kirin di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Di heman wextê de li asîmanê herêmê jî tevgera balafirên keşfê yên Rûsyayê hebû.

Hat ragihandin ji serê sêbê ve hêzên hikumeta Şamê herêmên li bajarokê Sermîn ê rojhilatê Idlibê, herêmên li Fitêra, Filêfil ên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran dike.

Li Dêrazorê di encama êrişeke çekdarî de 10 kes hatin kuştin

Li gorî ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Şamê êrişek li dijî otobusa karkerên rafîneriya El Haratayê ya li başûrê Dêrazorê hate kirin.

Hate diyar kirin di êrişê de 10 kes mirin û yek jî birîndar bû.

Back to top button