Li kobanê merasîmek ji bo şehîdan hat lidarxistin

Ji bo endamê Yekîneyên Antî-Teror Fewaz Muslim û Gerîlayê HPG Xebat Bozan ku li herêma Avaşînê di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, li goristana Şehîd Dicle a Kobanê merasim hate li dar xistin.
Li navçeya Dirbêsiyê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmek ji bo Gerîlayê HPG’ê Şehîd Egîd Biro yê ku di Cotmeha derbasbuyî li herêma Avaşînê şehîd bûbû, li dar xist.

Ji bo endamê Yekîneyên Antî-Teror şehîd Fewaz Muslim bi nasnav Dilşêr û Gerîlayê HPG Xebat Bozan bi nasnav Cesûr Axîn ku li herêma Avaşînê di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, li goristana Şehîd Dicle a li Kobanê merasîm hate li dar xistin.

Bi hezaran şêniyên Kobanê beşdarî merasimê bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hisên Koçer axivî û sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Qinayê Nazê Mihemed Elî jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê malbata şehîd Xebat Bozan Mihemed Xidir Becî, û li ser navê malbata şehîd Fewaz Muslim, Osman Muslim axivîn û soza berdewama têkoşîna azadiyê dan.

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehadetê yên şehîd Fewaz Muslim û şehîd Xebat Bozan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Di dawiyê de bi dirûşme û tililiyan cenazeyê şehîd Fewaz Muslim hat oxirkirin.

Meclisa malbatên şehîda merasîmek ji şervanê HPG’ê egît bero re li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê jî merasîmek ji bo gerîlayê HPG’ê Egîd Biro bi nasnav Hozan Kato yê ku di 8 Cotmehê li herêma Avaşînê şehîd bû lidarxist.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê tevlî mersîma ku li pêşiya mala şehîd hatibû lidarxistin, bûn.

Di merasîmê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb, fermandarê Meclisa Leşkerî ya navçeyê Berxwedan Amûdê û Apê Şehîd Egîd, Selah Biro axivîn.

Kesên axivîn berxwedana gerîlayanbibîr xistin û soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawiyê de belgenameya şehadtê ya Şehîd Egîd hate xwendinû radestî malbata wî hate kirin.

Back to top button