Konseya Ewropayê li dijî Tirkiyê pêvajoya binpêkirinê da destpêkirin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Osman Kavala bi cih neaniye, biryara destpêkirina pêvajoya binpêkirinê li dijî Tirkiyê da.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di encama civîna xwe ya 3 rojan de derbarê karsaz Osman Kavala yê ji aliyê hikûmeta AKP/MHP’ê ve dîl hatiye girtin, biryar da.

Komîteya Wezîran ji bo Kavala ku tevî biryara DMME’yê hat binçevkirin, biryar da li dijî Tirkiyeyê pêvajoya binpêkirinê bidin destpêkirin.

Di dengdayînê de ji 47 welatên endamê Konseya Ewropayê 32 welatan li dijî dewleta Tirk deng bikaraînîn.

Her wiha hate ragihandin ku wê naveroka binpêkirinan sibê bi raya giştî re were parvekirin.

Derbarê pêvajiyê de danezenek ji Enqerê re were şandin da ku dewleta tirk di nav demekê de bersiv bide.

Back to top button