Rêveberiya Dibistana Nazil El-Melaîke ya jinên ciwan li navçeya Tirbespiyê, pêşangeheke berhemên şêwekariyê ya xwendekaran vekir.
Di pêşangehê de tabloyên hunerî û peykerên biçûk ên xwendekaran hatin pêşandan.
Mamosteyên dibistanê û malbatên xwendekaran beşdarî vekirina pêşangehê bûn.
Beşdaran kêfxweşiya xwe li ser karên xwendekaran ên hunerî û folklorîk nîşan da.
Di dawiyê de stranên folklorîk hatin gortin û dîlan hatin gerandin.