PDK’Ê Û YNK’Ê JI BO AVAKIRINA PÊKANÎNA HIKÛMETÊ LI HEV KIR

Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK’ê piştî 7 mehan ji Hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji bo pêkanîna hikûmeta nû li lihevkirin.

Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê de derbarê lihevkirinê de eşkere kir ku guftûgoya wan ên ji bo avakirina hikûmetê dijwar bûn.

Ji bo avakirina hikûmeta nû ya başûrê Kurdistanê ev cara duyem e ku PDK û YNK lihevkirinê îmze dikin, lê îmzekirinên wan tenê li ser kaxezan diman..

Li gorî hin rayedarên PDK’ê jî, wê roja çarşemê, Parlamentoya başûrê Kurdistanê ji bo dengdana li ser hilbijartina serokê başûrê Kurdistanê bicive.

Her wiha wê piştî hilbijartina serokê başûrê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî ji bo pêkanîna kabîneya nû pêşniyar bikin.

Hêjayî gotinê ye, ku destûr nehate dayîn ku ji derveyî ragihandina PDK û YNK’ê îmzekirina lihevkirina PDK’ê û YNK’ê ti ragihandinên din bişopînin.

Leave a Reply

Back to top button