Îran..Mamoste li dijî binpêkirina mafên wan nerazîbûn nîşan dan

Îro li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan bi xwepêşandan û mîtîngan li dijî binpêkirina mafên xwe derketin.

Di çarçoveya bangewaziya Konseya Koordînasyona Komeleyên Sendîkayî û Çandî ya Îranê de mamosteyan li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan lidarxistin.

Konseyê ku îro ji bo balê bikişîne ser krîzên aborî û civakî yên li tevahiya Îranê û binpêkirina mafan û bi cih neanîna daxwazên yasayî yên mamoste û karmendan ji aliyê dewleta Îranê daxuyaniyek nivîskî da.

Konseyê di daxuyaniyê de got ku barê wan krîzên mezin li ser pişta gel e û gelên li Îranê dijîn ji bo pariyek nan dîlgirtiyê desthilatdarên bê tedbîr.

Li gelek bajarên Îranê wek Tehran, Zencan, Qezwîn, parêzgeha Azerbaycana Şerqî û bajarên Kirmaşan û Merîwan ên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên din mamoste daketin qadan û mîtîng û xwepêşandan lidarxistin.

Back to top button