427 koçber ji Belarûsê vegeriyan Başûrê Kurdistanê

Piştî mayîna bi mehan a li sînorê Belarûs- Polonya 427 koçberên din vegeriya Başûrê Kurdistanê.

Vê êvarê karwanê koçberan bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê gihîşte Başûrê Kurdistanê.

Karwan ji 427 koçberan pêk dihat ku şêniyên bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê bûn.

18’ê meha borî jî 430 koçberên li ser sînorê Belarûs- Polonya vegeriyan ser axa xwe.

Li gorî daneyên Fermî ya Saziya Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Başûr heta niha 2 hezar û 269 koçberên Kurd vegeriyane.

Back to top button