Artêşa Tirk gundên Şera topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî herêmên Bakur û Rojhikatê Sûrî dewam dike. Vê carê jî gundên navçeya Şera bûn armanc.

Artêşa dewleta Tirk gundên Meranaz û Alqemiye yên navçeya Şera ya kantona Efrînê da ber topan.

Derbarê encam û ziyanên topbaranê ti agahî nehatin bidestxistin.

Tevî ku li herêmê qaşo agirbestek hatî ragihandin jî lê dîsa dewleta Tirk dev ji êrişên xwe bernade.

Li hember vê jî Rûsyaya garantor xwe li bêdengiyê daniye û ti helwestekê nîşan nade.

Back to top button