Bafil Talabanî: Wê piştgiriya YNK’ê ya ji bo Kurdên Rojava berdewam bike

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê -YNK’ê Bafil Celal Talebanî ragihand ku YNK ji bo piştgirîkirina Kurdên Rojava bi biryar e û tekez kir “divê aloziya Sûrî bi diyalogê çareser bibe.” 

Ev çend roje Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mikhaîl Bogdanov li Başûrê Kurdistanê ye.

Mikhaîl Bogdanov piştî hevdîtinên xwe yên li gel PDK’ê doh serdana YNK’ê kir û bi Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê -YNK’ê Bafil Celal Talebanî re rûnişt.

Piştî civînê bi daxuyaniyeke hate ragihandin di civînê de rewşa siyasî, aborî ya li Başûrê Kurdistan, her wiha rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye nîqaşkirin.

Her wiha tê de hat gotin ku Hevserokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê bi riya diyalog û aştiyê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin wê piştgiriya YNK’ê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam bike.

Back to top button