Serokwezîrê berê yê Awusturyayê bi temamî dest ji siyasetê berda

Serokwezîrê berê yê Awusturyayê Sebastîna Kurtz piştî mehekê ji istîfayê, bi temamî dest ji sîyasetê berda. Kurtz bi karên nelirê û gendeliyê dihat tawanbarkirin.

Serokwezîrê berê yê Awusturyayê Sebastîan Kurtz doh bi civîneke çapemeniyê fermî dest ji siyasetê berda.

Sebastîan di civînê de got:

Êdî ji bo min serdemeke nû destpê dike.

Ji niha û pê ve ez dema xwe li gel malbatê derbas bikim.

Li gorî çapemeniya welat, tê payîn ku li şûna Kurtz, wezîrê karê hundir ê heyî Karl Nehammer bibe serokê Partiya Gel.

Sebastîna Kurtz cara pêşî sala 2017’an di 31 saliya xwe de weke serokwezîrê herî ciwan hatibû hilbijartin.

Beriya demekê bi îdîaya ku têkelî karên nelirê bûye, Kurtz neçar mabû dest ji erka xwe berde.

Back to top button