2 meh in bênavber malbatên gerîlayên şehîd li Sêmalkayê di çalakiya konvedanê de ne û li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên di destê PDK’ê de ne.
Tevî vê dema dirêj a çalkiyê jî, heta niha PDK’ê ne cenaze radest kirine û ne jî bersiva dayikên van şehîdan daye.
Malbat jî bi birayr in vê çalkiyê bidomînin heta ku cenazeyan werbigirin.
Rojane sazî û rêxistinên li herêmê serdana çalakiyê dikin û destekê didin xwesteka van malbatan.
Duh jî endamên PYD serdana konê çalakiyê kirin û banga xwe tevlî ya malbatên li wir kirin.