KCDK-E: Ji bo bidawîkirina tecrîdê her kes tevlî çalakiyê bibe

Sê roj in li ber navenda konseya Ewropa ya li Strasbourgê li dijî tecrîda li serr Rêber Ocalan çalakî didome. Ji bo serkeftina vê çalakiyê û pêhatina armanca wê KCDK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyê kir.

1’ê mehê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê ku civîna wezîran dihat birêvebirin, çalakî da destpêkirin.

Ev çalakî di çarçoveya pêngava “‘Dem dema azadiyê ye” de û di roja 3’an de ye.

Biryar e ev çalakî heta 17’ê mehê bênavber dewam bike.

KCDK- E’yê têkildarî vê çalakiyê agahî da û ji bo tevlîbûna wê ev bang kir:

Em bang li hemû dilxwazên azadî û wekheviyê dikin ku tevlî çalakiya li Strasbourgê ya li ber Konseya Ewropayê bibin.

Back to top button