Dr. Rizgar Qasim: Divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim dibêje “Xistina PKK’ê di ”lîsteya terorê” de li gorî berjewendiyên navneteweyî pêk hatiye” û banga derxistina wê ji vê lîsteyê kir. Hevseroka PYD’ê a kantona Kobanê Nesret Derwîş jî banga xwedîderketina li gerîla kir. 

Êriş û sûcên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê bi mehan e dewam dikin û li hember vê, gerîla di nava berxwedaneke dîrokî de ye.

Li ser van êrişan û vê berxwedanê Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir.

Dr. Rizgar Qasim diyar kir ku Dewleta Tirk ji dehê salan ve êrişan pêk tîne û ev got:

“Niha li dijî gerîlayan çekên Kîmyewî yê qedexekirî bi kar tîne. Bi armancgirtina hêzên gerîla gelê Kurdistanê dike armanc.

Ji ber baş dizane ku gerîla nûnertiya vîna gel dike û bi van êrişan dixwazin vîna gelan tune bikin.

Hemû siyaset û şerê Tirkiyê li hemberî berxwedana gerîla û tevgera rizgariyê bi bin ketin.”

Li ser berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hember êrişên dewleta Tirk Dr. Rizgar Qasim anî ziman:”Berxwedana lehengî ya hêzên gerîla êrişên Tirkiyê hejad û çekên herî pêşketî bi kar anîn, lê dîsa jî nekarîn bi ser bikevin.

Dawiyê, Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê diyar kir ku xistina PKK’ê nava ”lîsteya terorê” de li gorî berjewendiyên navneteweyî pêk hat û tekez kir divê ji vê lîsteyê were derxistin.

Nesret Derwîş: Gel piştgiriya gerîla dike

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Kobanê Nesret Derwîş jî anî ziman “Her serkeftineke gerîla, ji bo gelê Kurd serkeftineke dîrokî ye.

Nesret Derwîş tekez kir ku dewleta Tirk nikare gerîla têk bibe ji ber gel piştgiriya wê dike.

Back to top button