Lîbya ..Astengiyên li pêşiya namzetiya serokatiya Seyfulîslam rabûn

Li Lîbya bi qasî bendewariyên hilbijartinan, namzetiyên serokatiya welat jî têne mereqkirin.
Ji ber wê yekê çav li Komisyona Hilbijartinê ya Lîbyayê ye.
Ji ber heta niha lîsteya dawî ya navê namzetên serokatiya welat eşkere nekiriye.
Di vê navberê de astengiya li pêşiya namzetiya kurê rêberê berê yê Lîbya Muamer Qezafî, Seyfulîslam jî rabû.
Ev yek bi şahiyan li bajarê Sebhayê hate pîrozkirin.

Beriya hilbijartinên serokomarî û parlemanî yên ku di 24ê Kanûnê de li Lîbyayê bên kirin, Seyfulislam Qedafî kurê serokê berê yê Muamer Qezafî di 14ê Mijdarê de ji bo namzediyê serlêdan kiribû.

Namzetiya Seyfulîslam bi hinceta kuştin û şer hatibû betalkirin.

Di nûçeyên di medyaya Lîbyayê de hat ragihandin ku Dadgeha Temyîzê ya Sabheyê îtîraza namzediya Qezafî ya li ser betalkirina namzediya wî qebûl kir.

Bi vê yekê re ti astengî li pêşiya namzetiya Qezafî ya ji bo serokatiya welat nema.

Şahidan diyar kirin ku piştî ku parêzerê Qezafî biryara dadgehê eşkere kir, alîgirên Qedafî li Sebhayê li kolanan pîrozbahî li dar xistin.

Qezafî ku ji aliyê Dozgeriya Leşkerî ya Lîbyayê ve di çarçoveya aloziya 2011’an de, bi “kuştinê” hatibû sûcdarkirin.

Ji ber vê yekê, ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve bi hinceta “sûcê li dijî mirovahiyê kiriye” derbarê wî de biryara lêgerînê heye.

Komisyona Hilbijartinê ya Lîbyayê ragihand ku 98 namzetan ji bo serokatiya welat serlêdan kirine.

Ji van 25 hatine redkirin.

Lê heta niha Komisyonê lîsteya dawî ya namzetan eşkere nekiriye.

Beriya niha li ser nerazîbûna Wezîrê Karên Hundir ê berê yê hikumeta Wîfaq Fetih Başaxa, namzetiya Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamîd Dîbeybe ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Trablûsê ve hat betalkirin.

Li gorî Qanûna Serok Dewletiyê ya xala 12. pêwiste namzetê navborî beriya hilbijartinan bi 3 mehan dest ji erkê xwe berde.

Ji ber wê yekê ev jî weke bertekên li dijî namzetiya Dîbeybe ku serokwezîrê hikumeta demkiye derdikeve.

Piştî nerazîbûna parêzerên Dîbeybe ev astengî jî hate derbaskirin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku di civîna Mijdara 2020’an a Foruma Diyalogên Siyasî ya Lîbya ku bi pêşengiya NY hate lidarxistin de biyara hilbijartinên serokatî û parlamentoya welat hate dayîn.

Dîroka hilbijartinê jî 24’ê Kanûna 2021’an hatibû destnîşankirin.

Back to top button