Bazara li ser koçberan..Belarûsya bertek nîşanî cezayên YE da

Krîza koçberên li ber sînorê Polonya-Belarûs veguheriye aloziya navbera herdû aliyan.
YE, Minsk ji krîzê berpirsyar nîşan dide û ji bo vê yekê jî ceza li ser ferz kir.
Wezareta Karên Derve ya Belarûsya bertek nîşanî cezayan da û got;
YE bê ku li serdemên bingehîn yên hebûna koçberan temaşe bike, hemû berpirsyarî di avêje ser wan.

Ji 8’ê Mijdarê ve krîza koçberên ku ber bi sînorê Polonya-Belarûsê ve meşiyan di rojeva cîhanê de ye.

Koçberên ku dixwazin derbasî Ewropa bibin, rastî zexta leşkerên Polonî hatibûn.

Di demek ku bi hezaran koçber li ber sînor asê mayîn de, Yekîtiya Ewropa (YE) Belarûs ji vê yekê tewambar dikir.

Ji ber vê yekê, YE dest bi ferzkirina cezayên nû yên li dijî Minskê kir.

Wezareta Karên Derve ya Belarûsya jî li ser mijarê bi daxuyaniyekê helwesta YE bi “der mirovî” pênasekir û got:

Ewropa li cihê bihistina dengê bi hezaran karker û şirketan nebihistin ji xwere bingeh girt.

Wezaretê diyar kir ku hemû hewildanên Belarûsya yên ji bo pêşîgirtina koçberiya derqanûnî ya ji bo welatên Ewropa jinedîtî ve hatiye û wiha hat gotin:

Bê ku li sedemên bingehîn yên krîza koçberî ya global were temaşekirin, Belarûs ji rewşê tê tewambarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryar ji bo berjewendiyên bazirganiyê yên hin derdorên Ewropayê tên girtin.

“Di vê pakêta cezayan de, karsazên Belarûs ên ku ti têkliya xwe bi krîza koçberan re nîne hatine destnîaşnkirin.

Li pişt wê jî daxwaza ji holê rakirina hevrikan heye.”

Di rojên derbasbûyî de YE’yê bi hinceta binpêkirina mafên mirovan û dewamiya bikaranîna koçberan weke amûreke siyasî, pakêta 5’emîn a cezayên li dijî Belarûsê qebûl kiribû.

Di paketa cezayan de 17 kes û 11 rêxistin hebûn

Welatên Ewropa, Belarûsya bi karanîna koçberan û derxistina krîzê tewambar dike.

Back to top button