Xazî Kerkûkî: PDK li Çiyayê Qerçoxê bûye sîwana parastina çeteyên DAIŞ’ê-HAT NÛKIRIN

Der barê êrişên DAIŞ’ê yên li ser herêma Qereçox a girêdayî Mexmûrê, Endamê Rêveberiya YNK’ê Xazî Mihemed Kerkûkî dibêje “Di encama siyaseta PDK’ê ya şaş de li çiyayê Qereçoxê pêşmerge şehîd dikevin.”
Parlamenterê Nifşê Nû yê Başûrê Kurdistanê Kawa Ebdulqadir jî dipirse bê ew çekên ku koalîsyona navnetewî dane Wezareta Pêşmergeyan li ku der nê û çima nadin pêşmergeyên li eniya pêş in.

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundên Xidirce û Lewriyan ên girêdayî herêma Qereçoxê a girêdayî Mexmûrê kirin.

Di encama êrişa ser gund 3 sivîlên birayên hev û 10 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan , 5 kes jî birîndar bûn.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan-YNK’ê Xazî Mihemed Kerkûkî derbarê vê êrîşê de li ser malpera xwe ya facebookê, peyamek belav kir.

Mihemed Kerkûkî siyaseta PDK’ê ya ku li herêma Mexmûrê, taybet jî li çiyayê Qereçoxê dimeşîne rexne kir.

Di peyama xwe de Mihemed Kerkûkî dibêje:

“Ji bo ku pêşmerge werin şehîdxistin, ev çend sal in hûn li çiyayê Qereçoxê ji bo parastina DAIŞ’ê bûne sîwan.

Qereçox dibin desthilata we de bû.

Hûn hebûna DAIŞ ya li herêmê ji bo berjewendiyê siyasî diparêzin..”

Parlamenter Kawa Ebdilqadir: Çekên ku Koalîsyonê dane pêşmergeyan li ku derê ne?

Parlamenterê Nifşê Nû yê Başûrê Kurdistanê Kawa Ebdulqadir jî li ser hesabê xwe yê facebookê têkildarî êrişên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

Kawa Ebdulqadir dibêje êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Dîbega komek pirsan bi xwe re tîne û xwest Wezareta Pêşmerge û rayedarên başûrê Kurdistanê bersiva wan pirsan bidin.

Ebdulqadir dibêje, çima Wezareta Pêşmerge ew çek û amûrên leşkerî yên koalîsyonê dane wan nadin hêzên pêşmergeyên li eniya pêş in û ew çek li kuderê ne û çima wan çekan bi kar nayînin?

Kawa Ebdulqadir diyar kir ku zêdetirî salekê ye pêşmergeyên eniya pêş daxwaza çekên pêşketî dikin, lê hikûmet û Wezareta Pêşmerge daxwaza wan pêk neanîne.

Parlamenterê Nifşê Nû yê başûrê Kurdistanê Kawa Ebdulqadir ji Parlamentoya başûrê Kurdistanê xwest ku derbarê Wezîr û rayedarên Wezareta Pêşmerge de lêpîrsîna gendeliyê veke.

Back to top button