HPG: Artêşa Tirk bi derewan nikare têkçûyîna xwe veşêre!

Artêşa Tirk bi derewan û rêbaza şerê taybet nikare têkçûyîna xwe a li hemberî berxwedana gerîlla veşêre.
Bi vî sernavî, HPG’ê rastiya propagandeyên dewleta Tirk bi raya giştî re parve kir..
HPG’ê ji gel jî xwest ku hişyr be û bi derewên dewleta Tirk nexape.

Navenda Rgihandina û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk û qaşo operasyonên taybet ên MÎT’a wê daxuyaniyek da.

Navendê bi bîr xist ku bêtirî 7 mehan e artêşa Tirk nikare li hemberî gerîlla ti encamê bidest bixe û wiha got:

“Ji 23 Nîsanê ve artêşa Tirk bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide tevgera xwe a dagirkeriyê biserbixe.

Di vê pêvajoya derbasbûyî de ji çekên herî giran bigre heta gazên kîmyewî yên qedexekirî, her rû û rêbaz bikar anîn.

Lê tevî vê yekê jî artêşa dagirker li hemberî îradeya gerîlla a ji polayê nekarî bighêje armancên xwe û careke din têk çû.”

Navenda Ragihandinê diyar kir ku weke her carê, artêşa Tirk dîsa bi rêbazên şerê taybet hewl dide bi ser têkçûyîna xwe bigre û wiha dewam kir:

Bi propagada û senaryoyên erzan û bê bingeh hewl didin gelê Kurd û raya giştî bixapînin.

Artêşa Tirk ku dizanî ew ê li Avaşînê darbên hê girantir bixwe neçar ma ji qadên Werxelê, Tabûra Ereba û Kartal vekişe.

Tevî vê yekê jî her îdîa dike ku ew li van qadan şikeftên gerîlla bidest dixe.

Ev hemû bi temamî derew in.

Dîsa têkildarî herêma Serhedê şanoyeke sosret parve kirin.

Qaşo 2 kes bi operasyona taybet a MÎT’ê girtin.

Ya rast ew e ku kesên behsa wan tê kirin, Emrah Adiguzel û Pervîn Arslan, 20’ê Cotmehê ji nava refên gerîlla reviyan û xwe teslîmî artêşa dagirker kiribûn.

Li aliyekî din hem îdîa dikin ku wan gerîlla li Bakurê Kurdistanê qedandiye û hem jî rojane dibêjin bi tevlîbûna hezaran leşkerî li Bakur êrişan dikin.

Ji van nûçeyan jî diyar dibe ku heta niha ti encam ji operasyonên xwe ên li Bakurê Kurdistanê bidest nexistine.

Wekî din car caran navê hin hevalên me didin û dibêjin hatine kuştin.

Ev yek jî beşek ji şerê wan ê psîkolojîk e.

Bi vê yekê dixwazin bandorê li morala gelê me bikin.

Lewma li hemberî van rêbazên erzan, divê gelê me hişyar be û bi derewên dewleta Tirk nexape.

Back to top button