77 roj derbas bûn, lê kujerên şehîd Şukrî Serhed nayên eşkerekirin

77 roj li ser şehadeta Şukrî Serhed re derbas bûn û heya niha kujerên wî nehatine eşkerekirin.
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê bi daxwaza eşkerekirina kujerên Şukrî Serhed li taxa Çar Çira kombûn.
Komîteyê bi daxuyaniyekê banga eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhed kir.

Di 17’ê Îlona 2021 de endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut bi navê din Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê di encama êrişa endamên MÎT’a dewleta Tirk de şehîd bû.

77 roj li ser şehadeta Şukrî Serhed derbas bûn, lê hê jî kujer nehatine girtin, belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

10’ê Cotmeha 2021’ê de Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê ragihandibû ku heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, dê her hefte li cihê Şukrî Serhed lê hatî şehîd xistin, çalakî lidarbixin.

Îro bi heman daxwazê bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê careke din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî şehîd xistin kombûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şehîd Şukrî Serhed bi têkoşîn û berxwedana xwe jiyana xwe hemû ji bo azadiya Kurdistanê kir xelat û wiha hat gotin,

“Ev êriş tê wateya wê ku her kesê ji bo azadiyê têbikoşe, jiyana wan di metirsiyê de ye.

Em ji saziyên ewlekariyê, berpirs û rewşenbîrên herêmê dipirsin, ka kujerên şehîd Şukrî? Ji bo çi hûn belgeyan ji bo raya giştî eşkere nakin, ji bo çi xelkê Silêmaniyê bêdeng in?”

Di dawiyê de Komîteya Malbatên Şehîdan ragihand ku heya kujerên şehîd Şukrî werin eşkerekirin û cezakirin, her hefte roja Înê ewê çalakiyan xwe bidomînin.

Back to top button