Komiteya Konseya Ewropayê derbarê rewşa Rêber Apo de agahî ji dewleta Tirk xwest

Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku di navbera 29’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê li dar xist û bi dawî bû.
Li gor biryarên civînê, Komîteya Wezîran ji dewleta Tirk xwest ku derbarê rewşa Rêber Apo de heta îlona 2022’an raporekê pêşkeş bike.
Herwiha Komîteya Wezîran bang li dewleta Tirk jî kir ku demildest Hevserokê Giştî yê rberê ê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş berdin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di navbera 29’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de civînek li dar xist.

Komîteyê di rûniştina xwe ya 1’ê Kanûnê de li ser Tirkiyê nîqaş kir.

Di civînê de tevî gelek biryaran, 2 biryarên bingehîn yên derbarê binpêkirinên hiqûqî yên dewleta Tirk de derketin.

Di rûniştina 1’ê Kanûnê de di nav wan binpêkirinan de ya ji ber bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) rewşa li Imraliyê jî hate rojevê.

Komîteya Wezîran di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de ji Tirkiyê xwest ku derbarê Rêber Apo de heta Îlona 2022’an agahiyekê pêşkêş bike.

Her wiha derbarê kesên cezayê girtîgehê ya muebetê li wan hatiye birîn jî agahî ji dewleta Tirk hate xwestin.

Konseya Ewropayê ji bo rewşa li Îmraliyê were lêkolînkirin salek da dewleta Tirk.

Komiteyê bang li dewleta Tirk kir ku Selehadîn Demîrtaş berde

Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa’yê bang li dewleta Tirk kir ku, divê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk li gorî biryara DMME’yê tevbigere û Selehadîn Demîrtaş berdin.

Têkildarî biryara Komiteya Wezîran parêzera Demîrtaş Benan Molû axivî û got:

”Komîteya Wezîran derheqê Selahedîn Demîrtaş de biryar stand, divê Demîrtaş demildest were berdan û
Destûra Bingehîn a Tirk zû li gorî DMMEyê biryaran bi cih bîne.”

Back to top button