Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Pêwîste tavilê em biçin Îmralîyê

Partîya Demokraîk a Gelan HDP, Parêzerên Bûroya Hiqûq ê ya Sedsalê û malbata Rêber Apo, ji bo ku herin Îmraliyê careke din serlêdan kirin.
HDP û Bûroya Hiqûq ê ya Sedsalê diyar kirin ku divê demildest bi Îmralîyê re rasterast hevdîtin çêbibe.

Tevî hemû serlêdanan jî dewleta Tirk destûrê nade ku malbat û parêzer biçin Îmraliyê.

Rêber Apo ku di bin tecrîdeke giran de ye ti agahî jê nayê girtin. Ev yek jî fikaran roj bi roj zêde dike.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de ji ber zexta Gelê Kurd û raya giştî, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan bi rêya telefonê axivî bû, lê ew axaftin jî di nîvê de hatibû qutkirin.

Îro, ji bo ku bi Rêber Apo û girtîyên din Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş re hevdîtin were kirin, Partîya Demokratîk a Gelan HDP, Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û Malbatên girtîyan serî li Wezaret û Dozgerîyê dan.

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û Baroya Amedê xwestin biçin Îmralîyê û hevdîtin bi muwekîlên xwe re pêk bînin.

Baroyê got, ”Ji bo ku li Îmralîyê rewşa girtîyan û şertên wan ên jîyanê bibînin, bûye hewcehîyek ku Wezareta Dadê destûr bide û li Îmralîyê lêkolîn were kirin.”

HPD: Ji bo fikarên derbarê Îmralîyê de bi dawî bibin divê em biçin Îmralîyê

Bi heman armancê HDP’ e jî ji bo biçe Îmralîyê, serî li Meclîs ê da.

HDP bi parlementerên xwe yên ku endamê komîsyona lêkolînkirina mafên mirovan a meclîsê ne, xwestin biçin Îmralîyê û hevdîtin bi Rêber Apo û girtiyên din re bikin.

Komîsyonê dîyar kir ku ji bo çareserkirina binpêkirina mafên mirovan û bi dawîkirina fikarên alîyan divê em serdana Îmralîyê bikin û agahî ji wir bigrin.

Malbata Rêber Apo û girtîyên din jî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Têkildarî mijarê Malbata Rêber Apo û malbatên girtîyên din ên li Îmralîyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Birayê Rêber Apo Mehmer Ocalan, birayê Omer Xeyrî Konar û Birayê Hamîlî Yildirim û xwîşka Weysî Aktaş ji bo karibin biçin Îmralîyê hevdîtin bikin, serî li serdozgerîya komarê ya Bursa yê dan.

Back to top button