Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan li Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ên ku ji aliyê hêzên ‘PDK’ê de li Xelîfanê hatibûn şehîdxistin, 2 meh li pey xwe hişt.
Îro jî endamên meclisa navçeya Tirbespiyê beşdarî çalakîyê bûn.
Endamên meclisa navçeya Tirbespiyê îro çûn Sêmalka û çalaki dewr girt.
Endamên meclisê bi al û wêneyên gerîlayan li ber dergeha Sêmalka Kom bûn û li daxuyanî
da.
Daxuyanî ji hêla Hevserokê meclisa bajarokê Meşoqê yê Tirbespiyê Xoşnav Ferxo hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, heta cenazeyên şehîdan wernegirin, ew ê çalakiya rûmetê dewam bikin.
Çalakgeran bang li PDK’ê kir ku cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bikin.