QSD’ê: Me li Til Temirê li dijî barêgeha dewleta Tirk operasyon pêk neaniye

Hin dezgehên çapameniyê îdia kiribûn ku hêzên QSD’ê li herêma Ezîze ya Til Temirê bi operasyonekê baregeha dewleta Tirk hedef girtiye û li Dêrikê jî tevî koalisyona navneteweyî operasyonên serdegirtinê pêkanîne.
QSD’ê îro bi daxuyaniyekê bersiva van îdiayan da û derewand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê ev agahî parve kirin:

“Em diyar dikin ku agahiyên li ser pêkanîna operasyonekê li herêma Ezîze ya bakurê Til Temirê û hedefgirtina baregeheke dagirkeriya Tirk ji aliyê hêzên me ve, derew in.

Hêzên me li wê herêmê di rojên dawîn de tu operasyon pêk neanîne.

QSD’ê: Îdiyan ku hêzên me li herêma dêrikê operasyonên serdegirtinê pêk neanîne derew in

Herwiha îdiayên ku hêzên me tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêma Dêrikê, li dijî kesên ku êriş birine ser karwanekî Koalîsyona Navneteweyî, operasyonên serdegirtinê pêk anîne, nerast in.

Hêzên me li wê herêmê tu operasyonên lêgerînê pêk neanîne û tu karwanên Koalîsyona Navneteweyî di çend salên dawîn de rastî tu êrişekê nehatine.”

Back to top button