Kurdan li pêşiya OPCW li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakî kirin

Nerazîbûnên Kurdan ên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ên li hember gerîla dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî a li bajarê Den Hag a Hollandayê bi pêşengiya ciwanên Kurd çalakiyek hat kirin.

Dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiyê hemû cure çekên kîmyewî bikartîne lê hêzên navnetewî û saziyên pêwendîdar ti helwestekê nîşan nadin.

Îro bi pêşengiya ciwanên Kurd li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a li bajarê Den Hag a Hollandayê bi pêşengiya ciwanên Kurd çalakiyek hat kirin.

Çalakgeran di serî de OPCW nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên navnetewî yên li dijî bikaranîn çekên kîmyewî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla bikartîne.

Ciwanên ku ketin avahiya OPCW’ê rastî destwerdana polîsan hatin. Polîsan bi darê zorê ciwanên ku ketin avahiyê xistin binçavan.

Di çalakiyê de li ser navê “Însîyatîfa Li Dijî Çekên Kîmyewî a li Kurdistanê” banga lezgîn li saziyên navnetewî hate kirin û hate xwestin ku bikaranîna çekên kîmyewî ên li dijî gerîla were lêkolînkirin.

Çalakgeran daxwazên xwe wiha bê rêz kirin;

Banga me ji bo hikûmet, sazî û dezgehên navnetewî bi taybetî ji bo OPCW’ê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Xaça Sor a Navnetewî re ye.

“Em ji OPCW’ê dixwazin ku 3 Kanûnê ku salvegera kongra wê ya 26’emîn e, vê mijarê bigire rojeva xwe.

Divê OPCW, mînakên xakê yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikaraniye ku di destê KNK’ê de ye, bixwaze û li ser lêkolînê bike. Encamên van lêkolînan jî divê di zûtirîn demê de ji raya giştî ya navnetewî re bê parvekirin.

Şandeyeke serbixwe ji bo ku li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku dewleta Tirk çekên kîmyewî lê bikaranîye lêkolîn bike, divê biçe başûrê Kurdistanê.”

Back to top button