Kuştina jinan polîtîk e! Di meha Mijdarê de 29 jin hatine kuştin

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Mijdarê ya tundiya li dijî jinan jinan eşkere kir. Li gorî raporê tenê di nava mehêkê dê li Tirkiyê 29 jin hatine kuştin.

Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ragihandî:

29 jin hatine kuştin, 10 jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

29 jinên hatin kuştin ji aliyê mêrê pêre zewîcî, ên hevberdayî, hezkirî, bav û kur ve hatine kuştin.

20 jin li malê, 4 jin li derve, 3 jin li cihê kar, jinek jî li naverastê hatin kuştın

Ji sedi 69 jinên hatin kuştın li malê bûn e.

Platformê diyar kir heya ku dewlet polîtîkaya xwe ya li di jî jinan neguhere û kujeran ne darezîne wê kuştin dewam bikin.

Platformê da zanîn ew ê ti carî dev ji Peymana Stenbolê bernedin û got,

Mafên me yên bidestxistî di nava şevekê de bi vekişandina îmzaya zilamekê ji jiyana me dernakeve.

Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.”

Back to top button