Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye tavilê daxwazên Konseya Ewropayê bi cih bîne

Piştî biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê Rêber Apo, û girtiyên ku cezayê heta hetayî ya girankirî li wan hatine birrîn, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyeke niviskî weşand.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de got, “Divê dewleta Tirk demildest daxwaza Konseya Ewropayê bi cih bîne.”

Komiteya Wezîran ya Konseya Ewropa di navbera 30’ê mijdarê û 2’ê Kanûnê de civînek li dar xist û derbarê binpêkirinên dewleta Tirk yên li dijî girtiyan, bi taybetî girtiyên cezayê heta hetayî ya girankirî li wan hatine birrîn hin biryar girtin.

Têkildarî biryarên Komiteya Wezîran, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyeke niviskî weşand.

Buroyê diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18’ê Adara 2018’an de biryar dabû ku cezayê girtîgehê yê heta hetayî ya girankirî li dijî qedexeya êşkenceyê ye û xwestibû di vî warî de gavên qanûnî werin avêtin.

Buroya Hiqûqê got, girîng e ku piştî demeke dirêj be jî komîteyê ev dosye xistiye rojeva xwe.

Buroya Hiqûqê da zanîn ji ber şertên girtîbûnê yên Rêber Apo wekî serlêdaneke din li ber destê DMME’yê ye û bi hinceta ku CPT vê serlêdanê dişopîne, Konseya Ewropa di vî warî de tiştek negotiye.

Buroya Hiqûqê derbarê biryara Komiteya Wêziran de di dewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Komîteyê diyar kiriye ku heta niha pêdiviyên biryarê qet nehatine bicihanîn, ji bo mekanîzmaya lêkolîna kontrolkirina cezayê
girtiyên heta hetayî yên girankirî dem ji ser wê çûye û divê tevdîrên din demildest werin bicihanîn.

Komîteyê diyar kiriye ku Tirkiyê derbarê tevdîran agahiyên zelal nedane wan û bang li Tirkiyê kirine ku hê dem derbas nebûye divê Tirkiye çarçoveyê li gorî pîvanên ku DMME diyar kiribû, ava bike.

Komîteyê, derbarê hejmara kesên cezayê girtîbûna muebeta girankirî jî agahî ji Tirkiyê xwestiye.

Tespît û daxwazên ku bi biryara DMME û civîna Komîteya Wezîran de hatine kirin divê ji aliyê Tirkiyê demildest werin bicihanîn û cezayê girtîbûna muebeta girankirî divê li gorî rûmeta mirovahiyê di qanûnan de were sererastkirin.

Buroya Hiqûqê anî ziman ku li Tirkiyê hejmara girtiyên ku cezayê heta hetayî li wan hatine birîn nizanin, lê li gorî
texmînên wan bi hezaran e.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dawî de anî ziman ku ev jî mînakeke girîng e ku awayê belavbûna pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê nîşan dide û ev bang li raya giştî kir:

“Ji bo ku ev rejîma înfazê ya wekî êşkenceyê were bidawîkirin ku bi Rêzdar Ocalan re dest pê kiriye, bila herkes li hemberî vê mijarê hêstiyar tevbigerin.”

Back to top button