Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê li kampên Şehbayê bi ji bo astengdaran şahiyek li dar xist.
Bi boneya 3’yê Kanûnê roja Astengdaran a Cîhanê, Komîteya Piştgiriya Civakî ya Herêma Efrînê şahiyek bi tevlêbûna 120 astengdarên li kampên Şehbayê li dar xist.
Têkildarî vê rojê hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Wefa Hisên axivî û got:
“Armanc ji vê rojê ew e ku karînên kesên astengdar xurt bikin, wan tev li civakê bikin.”
Wefa Hisên diyar kir ku Astengdariya bedenî li pêşberî pêşketinê nabe kelem.
Şahî bi belavkirina diyariyan bi dawî bû.