Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê êrişa li Mexmûrê şermezar kir

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê êrişa li Mexmûrê şermezar kir.

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê derbarê êrişê de daxuyaniyek da raya giştî.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsê komkujiya li gundê Xidircîce ye.

Tevgerê hikûmet û hêzên ewlehiyê yên wê herêmê ji ber xemsariya wan a parastina xelkê rexne kir û got:

Gumanên me li danûstandinên PDK’ê yên li wan herêman li gel wan terorîstan heye.

Ji bo wê daxwaz dikin parastina li wir were lêkolîn kirin”.

Back to top button