Hêzên Îranê kolberek birîndar kir

Hêzên Îranê li ser sînorê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê kolberek birîndar kir.

Îro li herêma Dolebî ya bajarê Serdeştê hêzên Îranê gule li komek kolberan reşandin.

Di encamê de kolberê bi navê Yeqûb Gilîne yên ji gundê Gilîne ê Serdeştê birîndar bû.

Kesê navborî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê.

Welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna derfetên kar kolberiyê dikin.

Lê tevî vê jî hêzên Îranê hema bêje rojane êrişî wan dikin, wan dikujin û birîndar dikin.

Back to top button