Çete piştî Mexmûrê vê carê li Kerkûkê êrişê hêzên Iraqê kir

Êdî çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê rojane êrişan pêk tîne, çeteyan vê carî jî li Kerkûkê êrişê 3 xalên hêzên Iraqê kirin.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê êrişa çeteyên DAIŞ’ê rojane dibe û roj bi roj jî zêde dibe.

Doh êvarê çeteyên DAIŞ’ê li nêzî gundê Keşkewlî ya dikeve navbera navçeyên Celewla û Qeretepe yên Kerkûkê êrişî 3 xalên hêzên Iraqê kirin.

Di encama bersivdayîna hêzên Iraqê de şer derket. Lê derbarê encamê êrişê de ti agahî nehate parvekirin.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê êrişa gundewarên herêma Qereçox a girêdayî Mexmûrê ku di encamê de pêşmerge jî di nav de 13 kes şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn, girt li ser xwe.

DAIŞ’ê diyar kir ku wan di êrişê de çekên sivik û RPG bikar anîne.

Back to top button