KNK: Hikûmeta herêma başûr li hemberî êrişên DAIŞ’ê heta niha ti tevdîr negirtin e -HAT NÛKIRIN

Konseya Rêvebir ya KNK’ê û Tevgera Azadî derbarê êrişa DAIŞ’ê a li Mexmûrê şermezarkirin.
Parlamenterê başûr Loqman Werdî jî bang li hikumetê kir, hêzên pêşmergeyan, li şûna ku li Balekayetî bicih bikin, bibin Mexmûrê.

Çeteyên DAIŞ’ê 3 Mijdarê êrîşê gundê Xidircîce yê Mexmûrê û benda pêşmergeyan kir.

Di encama êrîşê de 10 pêşmerge û sê welatiyên ku her sê birayên hevin şehîd bûn.

Têkildarî êrişa DAIŞ’ê, Konseya Rêvebir ya KNK’ê daxuyaniyek weşand.

KNK’ê diyar kir ku êrîşên li ser van deveran bê destek nînin û planên dijmînên gelê Kurd li pişt wan e.

Di dewama daxuyaniyê de KNK’ê bal kişand ser xemsariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li ser liv û tevgera DAIŞ’ê yên li herêmê û wiha got:

“Li aliyê din ev demek e dirêj e her kes dizanî ku DAIŞ di çiyayê Qereçox de, xwe rêxistin dike û êrişan dike. Lê li hember van êrîşan Hikumeta Başûrê Kurdistanê heta niha tevdîrên pêwist negirtiye.”

KNK’ê destnîşan kir, şêniyên li wan herêman dijîn di bin xeteriyeke mezin de ne û bang li hemû hêzên Kurdistanê kir ku ji bo parastina van deveran xwe berpirsiyar bibînin.

KNK’ê dawî de sersaxî ji malbatên kesên ku şehîd bûne re xwest û êrîşkaran şermezar kir.

Tevgera Azadî: Berpirsê komkujiya li Mexmûrê hikûmeta başûr e

Derbarê heman mijarê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî daxuyaniyek da.

Tevgera Azadî êrişa li dijî gelê Mexmûrê şermezar kir û wekî berpirsê vê komkujiyê jî rêveberiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê nîşan da.

Tevgera Azadî xemsariya hêzên ewlehiyê û hikûmeta herêmê rexnekir û bal kişand ser gumanên têkiliya PDK’ê ya bi DAIŞ’ê re.

Tevgera Azadî yê got:

“Gumanên me li ser danûstandinên PDK’ê yên li wan herêman li gel DAIŞ’ê heye.

Lewma daxwazê ji parlementoyê dikin ku parastina wan herêman were lêkolînkirin.”

Loqman Werdî: Li şûna herêma Balekayetî divê çeper li çiyayê Qereçoxê bên çêkirin

Parlamenterê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Loqman Werdî jî derbarê êrişê de li ser malpera xwe ya facebook’ê peyamek belavkir.

Loqman Werdî destpêka peyama xwe de dibêje, bi xerckirina milyon dolaran gelek qererolên ku hewce ne dikirin li çiyayên derdero Çoman û Balekayetî hatine avakirin û her kes dizane Herêma Balekayetî herêmek geştiyarê ye û gelek arame.

Lê, em dibînin li çiyayê Qereçox ya dikeve beramberî çeteyên DAIŞ’ê, pêşmerge bê çeperin.

Werdî dawî de bang li hikûmetê kir, çeperên asê ên ku li Herêma Balekayetî avakirine, ji bo pêşmergeyên li Qereçoxê bibin.

Back to top button