Parlementer Hûnko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê

Endamê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê Andreh Hûnko diyar kir ku ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê wî gelek caran serî lêdaye lê rayedarên Tirk serlêdana wî asteng dikin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî duh biryarek da û xwest derbarê pêşketinên li Îmraliyê dewleta Tirk heta dawiya Îlona 2022’an agahiyan pêşkêş bike.

Derketibû holê ku dewleta cezayê hevdîtinê yê 6 mehan bi parêzeran û cezayê hevdîtina bi malbatê ya 3 mehan li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Endamê Meclîsa Parlementerên Ewropayê Andrej Hûnko di derbarê tecrîdê dediyar kir ku qedexeyên li ser hevdîtinên bi rêzdar Ocalan nayê qebûlkirin û got:

“Li gorî agahiyên ku min stendine, şertên girtîgeha Îmraliyê ne li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Komîteya Wezîran jî diyar kir li îmraliyê mekanîzmayeke lêkolînê tune, binpêkirin hene, divê Tirkiye derfeta mekanîzmayeke lêkolînê ava bike.

Ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê min gelek caran serî lêdaye lê rayedarên Tirk serlêdana min asteng dikin.

Hûnko got “Azadiya Ocalan wê tevkariyeke mezin li çareseriya aştiyane ya şerê Kurd û Tirkan bike. Çareseriyeke wisa wê ji bo hemû aliyan baştir be.”

Back to top button