Li Kampa Holê hêzên ewlekariya hûndirîn şaneyeke MÎT’ê ku ji çeteyên DAIŞ’ê re çek û cebixane dibir kampê girt.
Li Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê Hesekê dimîne û hema hema kampa herî mezin a cîhanê ye 60 hezar kes lê dimînin.
Careke din di vê kampê de têkila dewleta Tirk û DAIŞ’ê derket holê.
MÎT’a Tirkî ji bo çeteyên DAIŞ’ê li kampê birevîne û ji bo rêxistinkirina wan şebekeyek li kampê heta Girê Spî avakiriye
Hêzên Ewlekariya Hûndirîn beriya çend rojan li ser îxbarekê li dijî şaneyek ku dixwest çek û cebilxane têxe kampê operasyonek pêk anîn.
Di encama operasyonê de 6 çekên AK-47, 48 jerjor, hezar û 350 gule, 7 bombeyên destan, 7 êlekên leşkerî û 1 kincên leşkeran hatie bidestxistin.
Endamên çeyeyan ku hatin girtin li xwe mikur hatin ku cebilxane ji Girê Spî ya di bin dagirkeriya Tirk de hatine, wê hê jî werin.