Serokê Rûsyayê ji ber balafirên bê mirov ê Tirk nerazîbûn nîşan da

Doh di navbera serokê Rûsya Pûtîn û yê rêjîma Tirk Erdogan de pêwendiya telefonî pêk hat. Aliyê Rûs eşkere kir ku Pûtîn di pêwendiyê de ji ber bikaranîna balafirên bê mirov ên Tirk li Ukraîne, Erdogan hişyar kiriye.

Têkildarî naveroka pêwendiyê, Koşka Kremlîn ev agahî parve kirin:

Daxwaza pêwendiya telefonî ji aliyê Tirk ve hate kirin.

Serokê Rûsyayê ji ber firotina balafirên şer ên bê mirov ji bo Ukraîne, ne rehetiya xwe eşkere kir û got:

Artêşa Ukraîne li herêma Rojhilat balafirên şer ên bê mirov ên Tirk, li dijî hêzên Rûsyayê bikar tîne. Ev yek tevgereke provokatîf e.

Ukraîne bi vê yekê Peymana bidawîkirina şer a Mînskê binpê dike û di nava tevgereke xerab de ye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Erdogan ji Pûtîn xwestiye ku ew jî bibin alikyeke peymana Azerbêcan û Ermenîstanê.

Lê di vî warî de bersiva zelal a Rûsyayê nehate diyarkirin.

Back to top button