Amerîka dîsa hişyar kir: Eger Rûsya êrişî Ûkraniya bike, em bihêlin ku berdêlên giran bide

Di nava rojên dawî de ji ber aloziya li Ûkraniya, Amerîka li ser hev hişyariyên tûn dide Rûsyayê.. Doh Wezîrê Karê Derve Antony Blînke bi van gotinan helwesta welatê xwe a li hemberî êrişeke muhtemel li dijî Ukraîne nîşan da: Eger Rûsya bikeve nava hewldana êrişê, wê Amerîka bihêle ku berdêlên giran bide.

Li paytexta Swêdê Stockholmê, civîna 28’an a Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewrûpayê pêk hat.

Di civînê de wezîrên Karê Derve ên Amerîka û Rûsyayê Antony Blînken û Sergey Lavrov civiyan.

Mijara sereke a herdû aliyan aloziya li Ûkraniya bû.

Blînken di hevdîtinê de bi van gotinan aliyê Rûs hişyar kir:

Eger Mosko rewşa aloz dewam bike wê encamên wê giran bin.

Blînken bêyî ku dîrokê destnîşan bike, ragihand ku têkilarî aloziyê, dibe demên pêş di navbera serkokên Amerîka û Rûsyayê de pêwendî pêk were.

Li ser awayê cezakirina Rûsyayê jî wezîrê Amerîkî wiha got:

Bi taybetî di warê cezayên aborî de wê gav bêne avêtin. Aliyê Rûs baş dizane ku wê encamên wê giran bin.

Li aliyê din Amerîka û welatên din jî hewl didin ku sîstema parastinê ya Ûkraniya bihêz bikin.

Divê were zanîn ku her gefa li dijî berjewendiyên tifaqa NATO wê bê bersiv neyên hiştin.

Di vî warî de em dubare dibêjin,

Eger hewldanên êrişkar ên Rûsyayê li dijî Ûkraniya dewam bikin, wê bersiva me jî gelek dijwar be.

Back to top button