Roj derbas nabe û ji Efrîna dagirkirî sivîl nayên revandin. Herî dawî çeteyên dewleta Tirk ji wir jinek 22 salî revand.
2’ê vê mehê çeteyên dewleta Tirk jina bi navê Rohat Nûrî Îbo a ji gundê Korzêlê yê Efrînê revand.
Hat ragihandin ku dema kesa navborî vedigeriya mala xwe li deriyê têketina Rojhilatê bajêr hat revandin
Çeteyan Rohat Îbo ber bi cihekî ne diyar ve birin û heta niha çarenûsa wê nayê zanîn.