Xwendevanên navçeya Raniya ya Silêmaniyê daketin qadan û daxwaza mafên xwe kirin

Îro dîsa xwendevanên li navçeya Raniya ya Silêmaniyê daketin qadan û daxwaza mafên xwe kirin.

Li Başûrê Kurdistanê dijî nedana xerca mehê û nebûna xizmetguzariyê xwendekar dîsa daketin qadan.

Xwepêşandana xwendevanan îro li zanîngeha Raperîn ya li navçeya Raniye ya Silêmaniyê, destpêkir.

Xwendevanên zanîngehê ragihandin ku ew bê ku tundiyê bikin, daxwaza mafê xwe dikin.

Beriya 2 hefteyan li seranserê Başûr bi hezaran xwendevan daketin qadan û xwexstin hikûmet mafê wan bide wan.

Lê li şûna bersiva xwendevanan bidin, hikumetê bi dehan xwendevan binçavkirin û heta niha guh nedaye daxwazên wan.

Back to top button