Doh balafirên artêşa Tirk a qirker li Başûrê Kurdistanê herêma Pêncwên, Pişder û Amediyê êrîşên hewayî pêkanîn.
Li gorî nûçeya ajansa ROJ-NEWS’ê doh derengiya şevê artêşa Tirk bombe li gundê Rengîne ya Pêncwênê barandin.
Têkildarî zirar û ziyanên êrîşa hewayî ya li wir ti agahî nehate bidest xistin.
Hemwextî vê, li dijî gundê Bedawa ya dikeve herêma Pişder û Amediyê jî êrişa hewayî pêk hat.