Bedran Ozturk: Rêber Apo ruhê gelê Kurd e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk anî ziman ku bêyî Rêber Apo çareseriya pirsgirêka rojhilatê navîn ne pêkan e û diyar kir ku bi rakirina tecrîdê re dê siberoja Tirkiyê jî ronî bibe. 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li dijî sîstema tecrîdê ya li dijî rêber Apo ji ANHA’yê re nirxandin kir.

Ozturk Rêber Apo wekî ruhekî ji gelê Kurd re bi nav kir û diyar kir ku dixwazin bi rêya girankirina tecrîdê daxwazên azadiyê tecrîd bikin.

Bedran Ozturk: Bêdengiya li hember tecrîdê nayê qebûlkirin

Berdan Ozturk anî ziman li hember tecrîda li ser Rêber Apo her kes bêdenge û ev bêdengî jî ti carî nayê qebûlkirin û dê neyê qebûlkirin.

Bedran Ozturk: Bi rakirina tecrîdê re wê siberoja Tirkiyê ronî bibe

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk anî ziman ku bi azadiya Rêber Apo re wê siberoja Tirkiyê jî ronî be.

Bedran Ozturk: Em ê ji bo rakirina tecrîdê xebatê bidomînin

Di dawiyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk piştrast kir ku ew ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo xebata xwe bidomînin.

 

Back to top button