Loqman Werdî: Li şûna şandina hêzê bo balekayetî, hêzê bişînin Mexmûrê

Parlamenterê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Loqma Werdî anî ziman ku bila PDK’ê li şûna hêzê li Balekayetî bicih dike, bişîne Mexmûrê.

Loqman Werdî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê facebook’ê belav kirî got:

”Bi dehan qereqol, wesayîtên leşkerî û çekên giran li Binarê Kodo, Berdespiyan hatine bicihkirin”.

Em dibînin li çiyayê Qereçox beramberî çeteyên DAIŞ, pêşmerge bê çeperin.

Tenê di nava dîwarên mizgeftê û wesayîtên xwe de li ser erkê xwe ne.”

Loqman Werdî anî ziman ku hinceta wan ên ne avakirina çeperên asê ji pêşmergeyan re dispêrin nebûna derfetan û got:

”Kerem bikin çeperên asê ên ku we li Herêma Balekayetî avakirine, ji bo pêşmergeyên li Qereçoxê bibin.”

Back to top button