Amerîka: Tehran ji xetimîne diyaloga çareseriyê berpirsiyar e

Hêviya Îranê ew e bû ku bi rêya danûstandinên li Vîyanayê dawî li ambargoyê bîne. Welatên Rojavayî jî li bendê bûn ku Îran careke din li peymana Nuklerî ya sala 2015’an vegere. Lê herdû bendewarî bicih nehatin. Lewma ji hevdîtinên dawî yên Vîyanayê vê gavê ti encam dernek. Amerîka ji vê rewşê rêveberiya Tehranê berpirsiyar nîşan dide.

Di bin navê çareserkirina aloziya Nuklerî ya Îranê, li paytexta Awusturyayê Vîyana, tûra hevdîtina aliyan hefteya derbasbûyî dewam kir.

Rêveberiya Tehranê li bendê bû ku di encamê de ambargoya hêzên cîhanî ya li ser Îranê bidawî bibe.

Amerîka û Ewrûpa jî hêvî dikirin ku Îran hilberîna Uranyûma dewlemendirî rawestîne û li peymana nuklerî ya sala 2015’an vegere.

Lê nûnerên aliyan bêyî ku ti encamê bidest bixin, vegeriya welatên xwe.

Bi gotineke din, di hevdîtinên dawî yên Vîyanayê çareseriya aloziyê derneket.

Ewrûpa rewş weke şikandina hêviyan binav kir..

Bi taybet aliyên Almanya, Fransa û Birîtanyayê ragihandin ku Îran bi daxwazên xwe rê li pêşikya çareseriyê digre.

Amerîka jî îdîa kir ku ji têkçûna hevdîtinan, Tehran berpirsiyar e.

Di vî warî de Îsraîlê jî zextan li Waşîngton dike da ku dawî li danûstandinan bîne.

Li hemberî vê rewşê Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê Antony Blînken diyar kir ku ew û hevkarên xwe ên Ewrûpî dizanin ku ti niyeta Îran a çareseriyê tine ye.

Blînken got,

Ji daxwazên Tehranê eşkere dibe ku ew ne alîgirên çareseriyê ne. Eger rewş wiha dewam bike, em ê li rê û rêbazên din bigerin.

Dîplomatên Ewrûpayê jî hişyar kir ku êdî dem ber bi dawiyê ve diçe û heta niha ti rêyên çareseriyê xuya nakin.

Îran: Divê alî helwesta xwe a li hemberî daxwazên me zelal bikin

Nûnerê Îranê yê danûstandinan Alî Baqirî Kanî jî îdîa kir ku bi armanca şêwrê, hevdîtina li Vîyanayê bidawî bûye û got:

Em li bendê ne ku alî helwesta xwe a li hemberî daxwazên me zelal bikin. Bi taybet di mijara bidawîkirina ambargoyê.

Diyar e aliyên Ewrûpayê ji daxwazên me ne razî ne, lê tevî vê yekê jî divê nêrîna xwe zelal bikin.

Back to top button