Hêzên Rizgariya Efrînê, li navçeya Şera û herêma Ezazê derbên xurt artêşa tirk a dagiker û çeteyên wê dan.
Di encamê de, 5 çete hatin kuştin û erebyek hat teqandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da;
4’ê Gulanê Hêzên Rizgariya Efrînê, li gundê Kefer Xaşir yê herêma Ezazê çalakiyek li dijî erebeyeke leşkerî ku têde du çete hebûn pêk anî.
Di encamê de erebe hat rûxandin û herdû çete hatin kuştin.
Ev çete dema dixwestin ji bo alîkariya çeteyan herin navçeya Şera ev çalakî pêk hat.
Heman rojê hêzên rizgariyê du çalakiyên sûqestê li derdora Malkiyê û Merenazê li dijî çeteyên Cebha Şamiyê pêk anîn.
Di encamê de sê çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe ya doh de jî ragihandibû ku 40 çete û leşkerên Dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.