Li welatê Rojavayê Afrîkayê Malî, komkujî pêk hat..
Komên çekdar ku tê gotin alîgirên El Qaîde û DAIŞ’ê ne gulle li otobusa rêwiyan reşandin.
Di encamê de herî kêm 31 kes hatin kuştin..
Li gorî daxuyaniya rayedaran;
Dema otobusa rêwiyan di rê de bû, komên çekdar pêşî lê girtin.
Paşê ketin nava otobusê û gulle li welatiyan reşandin.
Di encamê de herî kêm 31 kes hatin kuştin.
Berpirsên polîsan diyar kirin ku di nava kuştiyan de cenazeyê 25 kesan bi temamî şewitîne û got, hejmara jî wenda ne.
Herêma Mubtî demeke dirêje bi êrişa çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê di rojevê de ye.
Li welatên Afrîkayê salên dawî êrişên komên çete zêde bûne.
Tenê li Malî, Borkîna Faso û Nîjeryayê Heta niha bi hezaran kes ji ber êrişan hatine kuştin û bi mîlyonan jî bê cih û war mane.
Li Malî hejmara zêde ji hêzên leşkerî yên Neteweyên Yekbûyî hene.
Û hin caran ev hêzên jî dibin armanca êrişa komên çekdar.