Cîgirê nû yê nûnerê DYA ê Sûriyê serdana nûnertiya MSD’ê a Washingtonê kir

Duh Cîgirê nû yê nûnerê Amerîkayê ê Sûriyê Matthew Pearl tevî cîgirê berê David Bronstein, serdana nûnertiya MSD’ê a li Washingtonê kirin.
Di civînê rewşa Sûriyê, geşedanên dawîn û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê hate nîqaşkirin

Matthew Pearl û David Bronstein duh bi nûnera MSD’ê li Washingtonê Sînem Mihemed û endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê li Amerîka Besam Îshaq, li hev civiyan.

Di civînê de rewşa li Sûriyê, têkoşîna li dijî terorê û mayîndekirina îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaş kirin.

Sînem Mihemed jî behsa gefên dewleta Tirk, astengkirina hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve bi rêya dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê û piştgiriya komên çete, kir.

Back to top button