3 Kanûnê, roja astengdaran a cihanî ye.
Li Kobanê, derbarê vê rojê de ji bo kesên astengdar şahiyek hat lidarxistin.
Bi boneya vê rojê, li bajarê Kobanê, Komeleya Tîrêj a Astengdaran şahiyeke organîze kir…
Di şahiyê de, gelek astengdar, rêveber û endamên sazî û tevgerên siyasî amade bûn…
Li vir, axaftin hatin kirin û kesên axivîn, diyar kirin ku astengdariya fizikî li pêşiya mirov nebûye asteng..
Hevserokê Komeleya Tîrêj a astengdaran Cihad Hêmo, di şahiyê de axivî û diyar kir ku ew ê di her alî de piştgiriya kesên astengdar bikin.