Hêzên hikûmetê û çeteyan li Idlibê baregehên hev topbaran kirin

Her roj çeteyên dewleta Tirk û hêzên Hikûmeta Şamê li herêmên dagirkirî bi hev dikevin.
Îro jî her du aliya li Idlibê bargerehên hev topbaran kirin.
Balafirên Rusyayê jî deverên DAIŞ ên li çolistana Sûrî topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê belav kiriye, çeteyên Fetih El-Mûbîn baregehên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê li herêma El-Erbîx a li rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Her wiha hêzên hikûmetê jî herêmên çeteyan li bajarokên çiyayê Zawiyê ya li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Balafirên Rûsya deverên DAIŞ’ê li çolistana Sûriye bombebaran kir

Her wiha çavkaniyê ragihand ku balafirên Rûsya deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Şola ya li Dêrazorê, bombebaran kir.
Li derayê mayînek bi dewriya hêzên Rûs de teqiya

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye li bajarê Izra ya bakur rojhilatê Derayê mayîneke ku li ser rêya bajêr hatibû çandin, bi dewriyeya Rûsyayê de teqiya.

Çekdarên nenas jî endamekî “ewlehiya leşkerî” li herêma di navbera bajarokên El-Mizêrîb û Yadûde de a li rojavayê Derayê, kuşt.

Back to top button