Gulistan Koçyîgî: Tecrîda li Îmraliyê planeke navnetewî ye

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan a li Tirkiyê Ozturk Turkdogan, parlementerên HDP’ê nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan û xwestin CPT bi erka xwe rabe.
Endamê Meclîsa Parlementerên Ewropayê Andrej Hûnko jî diyar kir ku destûr nayê dayîn ew biçe Îmraliyê.

Derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de nerazîbûn zêde dibin.

Wekîla HDP’ê Gulîstan Koçyîgît di serî de bêhelwestiya CPT û Konseya Ewropayê ya li dijî
binpêkirinên dewleta Tirk ku li hemberî Rêber Apo û girtiyên siyasî têne kirin rexne kir

Gulîstan, rapora CPT’yê ya derbarê qedexekirina hevdîtînên bi Rêber Apo re ya sala 2019’an bibîr xist û got:

” CPT’yê ragihandibû qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re nayê qebûlkirin û divê dewleta Tirk li gor vê yekê tevbigere.

Lê ev yek heta niha pêknehatiye û CPT jî li beramberî vê rewşê bêdeng dimîne.”

Gulîstan dawî de eşkere kir ku tecrîda li ser Rêber Apo konsepteke navneteweyîye û tecrîda li ser Rêber Apo bi daxwaza wan pêk tê.

Li Şirnex û nevçeyên wê li dijî tecrîdê daxuyanî hatin dayîn

Herwiha rêxistina partiya HDP’ê ya Şirnex û navçeyên wê jî ji bo ku balê bikşînin li ser tecrîta ser Rêber Apo û girtiyên cezayê wan qediyane û nayên berdan, li pêş avahiya HDP’a Silopiyayê daxuyanî dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag ve hat xwendin.

Sabûha Akdag diyar kir ku şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyê ye û got : “Şikandina tecrîdê bi tekoşîna siyaseta demokratîk pêkane.”

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan:Divê CPT bi erka xwe rabe û rewşa li Îmraliyê lêkolîn bike

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber daxuyaniyek da.

Turkdogan bi bîr xist ku piştî sala 2009’an statûya Girava Îmraliyê bû Girtîgeha Tîpa F û rasterast girêdayî Wezareta Edaletê bû û got: “Niha rewşa Îmraliyê ji girtîgehê wêdetir bûyê cihê tecrîdê”

Turkdogan bang li CPT’yê kir demildest bi erka xwe rabe û rewşa li Îmraliyê lêkolîn bike.

Parlementerê Alman Andrej Hunko: Destûr nayê dayîn ku ez serdana Îmraliyê bikim

Li aliyê din Endamê Meclîsa Parlementerên Ewropayê Andrej Hûnko jî derbarê tecrîda li Îmraliyê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Parlementerê Partiya Çep a Elmanyayê Hûnko tîne ziman ku qedexeyên li ser hevdîtinên bi Rêber Apo re nayê qebûlkirin û dibêje,

“Şertên girtîgeha Îmraliyê ne li gorî Peymannameya Mafê Mirovan a Ewropayê ye û ji ber ku binpêkirin hene, divê Tirkiye derfeta mekanîzmayeke lêkolînê ava bike.”

Herwiha Andreh Hûnko eşkere kir ku wî ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê gelek caran serlêdan kirine, lê rayedarên Tirk serlêdanên wî her car asteng kirine.

Back to top button